Wezîra Derve ya Almanyayê bi serdaneke fermî tê Herêma Kurdistanê

Dîroka weşanê :
Wezîra Derve ya Almanyayê bi serdaneke fermî tê Herêma Kurdistanê

PeyamaKurd – Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock di çarçoveya serdaneke fermî de tê Herêma Kurdistanê.

Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf da zanîn, Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock wê îro were Bexdayê û bi Serokwezîr Mihemed Şîa Sûdanî û Wezîrê Derve Fuad Husên re bicive.

Sehaf herwiha eşkere kir, di hevdîtinan de pêşxistina pêwendiyên Bexda û Berlînê di hemû waran de bi taybetî mijarên enerjî û veberhênanê wê bên gotûbêjkirin.

Tê çaverêkirin ku Baerbock piştî Bexdayê were Hewlêrê û li ser asta bilind li Herêma Kurdistanê pêwendiyan deyne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin