PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Ebdullahyan, li Qeterê bi serokê Hamasê Îsmaîl Haniye re civiya.
Wezîrê Îranê ji dema destpêkirina şerê Hemas û Îsraîlê ve, herî kêm çar caran serdana Qeterê kiriye û beriya niha jî bi berpirsên Hemasê re civiyabû.
Hate ragihandin ku Ebdullahyan û Haniye rewşa Xezze û Şeîaya Rojava di hevdîtinê de nirxandine.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Nasir Kenanî daye xuyakirin ku, Haniye di hevdîtinê de gotiye; Hemas ji agirbesteke mayînde re amade ye, lê ji ber êrîşên Îsraîlê niha ne mimkun e.
Kenanî got ku divê Îsraîl demildest dawî li şer bîne û ew di mijara rawestandina êrîşan de, bi rayedarên Qeterê re hevnêrîn in.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin