PeyamaKurd – Wezîrê Pêşmegre Şoreş Îsmaîl bi fermandarê nû yê hêzên koalisyona navdewletî yê baregeha koordinasyona Iraqê û heyeta pê re civiya. Di civînê de wezîfedarên wezaretê yên di asta bilind de amadebûn û behsa rewşa Herêma Kurdistanê û Iraqê kirin û di têkoşîna li dijî terorê de behsa girîngiya hevkariya hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê kirin.
Di hevdîtinê de Şoreş Îsmaîl got di pêvajoya niha de pêdivî bi desteka koalisyona navdewletî heye, bi desteka koalîsyonê reformên di wezareta Pêşmerge de tên kirin, di reforman de pêşdeçûnên baş hene û wê reform dewam bikin.
Şoreş Îsmaîl ragihand ku daîma têkiliya wan bi wezareta bergiriyê ya Iraqê re gelek başe û wê sibê heyetekî ji wezareta bergiriyê ji bo hevdîtinan seredana Herêma Kurdistanê bike.
Fermandarê baregeha koalîsyopna navdewletî yê Iraqê behsa girîngiya desteka ji bo Pêşmerge kir û got ku Pêşmerge xwediyê dîrokeka gelek girîngin û xelkê Kurdistanê û Pêşmerge hevkarên xwe yên rastîn dibînin.
Fermandarê got ku wê desteka wan ya ji bo reformên wezareta Pêşmerge dewam bike û koordinasyona navbera Pêşmerge û Hêzên Iraqê gelek girînge.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin