Zêdetirî 600 koçberên Iraqî ji Kampa Holê radestî Iraqê hatin kirin

Dîroka weşanê :
Zêdetirî 600 koçberên Iraqî ji Kampa Holê radestî Iraqê hatin kirin

PeyamaKurd – Rêveberiya Xweser, zêdetirî 600 koçberên Iraqî ji Kampa Holê radestî Iraqê kirin.

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirova belav kir, hikûmeta Iraqî 161 malbat ku 659 kesan pêk tê, ji Kampa Holê veguhestin Iraqê.

Rewangehê da zanîn, ev malbatên Iraqî bi hevahengiya di navbera hikûmeta Bexdayê û Rêveberiya Xweser de ji kampa Holê ya li gundewarê Hesekê ji bo welatê wan hatin veguhestin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin