“Bo Krîza Sûriyeyê deklarosyoneke hevpar hat qebûlkirin”

“Bo Krîza Sûriyeyê deklarosyoneke hevpar hat qebûlkirin”

PeyamaKurd - Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, piştî civîna sêalî ya li Moskovayê bi Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu û bi Wezîrê Derve yê Îranê Muhammed Cewad Zarîf re ragihand, ku "Di encama hevdîtina îro de me deklarosyoneke hevpar qebûl kir.”

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov piştî hevdîtina sêalî ya li Moskovayê bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu û bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê Muhammed Cewad Zarîf re got: "Deklarosyona hevpar a ji bo krîza Sûriyeyê hat qebûlkirin."

Sergey Lavrov di axaftina xwe de got: "Di encama hevdîtina îro de me deklarosyoneke hevpar qebûl kir. Ji bo çareseriya siyasî bi her awayî em bi biryara 2254 a Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) û qewitiyên Konseya Diyaloga Neteweyî ya Soçiyê ve girêdayî ne."

Lavrov di berdewamiya axaftina xwe ya civîna çapemenî de got: "Rûsya, Tirkiye û Îran hewldana perçekirina Sûriyeyê qebûl nakin."

Wezîrê rûsî di axaftina xwe de got: "Em ê qebûl nakin ti kes zirarê bide xebat û formata Astana ya hersê welatan. Em bi biryar in ev xebat werin meşandin. Hersê welat jî ji bo bicihanîna biryara 2254 a KENYê ku rewşa Sûriyeyê vegerîne hedefên xêzkirî li hev kiriye."

Sergey Lavrov got: "Xebatên vegera muzakereyên Cenevreyê dewam dikin, lê daxuyaniyên hinek nûnerên muxalefeta derve meseleye provake dike. Ev muxalefet ji bo çareseriya krîzê daxwaza hinek şertên wek muzakereyên siyasî, guherina desthilat û rêvebiriya Sûriyeyê wek sûcê şerî li dadgehê were darizandin dike. Ev daxuyanî hem li dijî biryara 2254 rê ye û hem jî destpêkirina pêvajoya çareseriyê dixe zorê."

Li gor daxuyaniya Lavrov, di hevdîtina ligel Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu de saziyên îstîxbaratê ji bo bihevguherîna agahiyên îstîxbarat û hewldanên terorîstan li hev kirine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin