Li Yemenê ser deket: 13 kes hatin kustin!

Li Yemenê ser deket: 13 kes hatin kustin!

PeyamaKurd- Li Yemenê di navbera hêzên artêşê û çekdarên Husiyan de şerekî dijwar derket. Di encama şêrr de 13 kes hatin kuştin.

Hat ragihandin ku li Yemenê li bajarê El-Beydayê çekdarên Husiyan hewl dan ku tekevine baregehên leşkerî de. Piştî ku artêşê çekdarên Husiyan ew ferq kirin, di navbera her du aliyan de şer derket. Di encama şêrr de ji çekdarên Husiyan 13 kes hatin kuştin.

Piştî vê geşedanê, artêşê; herêmên Husiyan dane ber topan û hêzên koalîsyonê jî piştgirî da wan.

Li bajarê Beydayê ev çend meh in ku di navbera Hêzên Artêşê û çekdarên Husiyan de şer û pevçûn zêde bûne.

Ji Êlûna 2014an ve li Yemenê, Paytext Sana û hinek herêmên dî di bin qontrola Husiyan de ne. Siûdî Erebîstan û Hêzên Koalîsyonê jî piştgiriyê didine Hikûmeta Yemenê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin