Serokê Kore ya Bakûr Kim Jong-un ragihand ku dixwazin bi Kore ya Bakûr re têkiliyên wan yên nêz hebin. Kim, êvarê bi heyeta bilind ya Kore ya Başûr re di şîvê de hatin cem hev. Piştî ku Kim bûye desthilat, ev cara yekeme ku bi Kore ya Başûr re hevdîtin dike.
Li gor raghandina Kore ya Başûr, wê di dawiya meha pêşiya me de, di asta serokan de zîrweyekî çêbikin. Di ragihandinê de hat gotin ku di mijara sîlihên nukleerî de, Kore ya Bakûr dixwaze li hev were.
Serokê Kore ya Bakûr Kim Jong-un got ku hevdîtineka gelek ji dil bi heyeta Başûr re kirine. Hat ragihandin ku Kim gotiye wê li hemberê Kore ya Başûr çekên nukleerî bikarneynin û eger bi Amerîka re lihev bikin, wê ceribandinên fuzeyan û çekên nukleerî rawestînin.
Behs heye ku di nava vê hefteyê de, heyeta Kore ya Başûr Washingtonê ziyaret bike û di mijara seredana Bakûr de agahî bide Amerîka.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin