PeyamaKurd - Sererkanê Giştî yê Artêşa Îranê gefa rûbirûbûna wan hêzan dike ku sînorên navdewletî li Tengava Hurmizê derbas bikin.
Sererkanê Giştî yê Artêşa Îranê Muhemed Baqirî di civînekê de, li gel fermande û berpirsên hêzên deryayî yên supaya sasdaran ragihand, ku Artêşa Îranê tu carî gefên dijminan biçûk nahesibînin û bi jordebirina hêz û qaweta bergîriyê divê li ber dijminan bisekinin. Tengava Hurmizê di bin kontrola hêzên supaya pasdaran de ye û her hêzeke biyanî bixwaze sînorên navdewletî li Tengava Hurmizê derbas bike, wê hêzên Îranî bi tundî rastî wê bên.
Muhemed Baqirî bal kişand ser vê yekê, ku tu carî ji stratejiyên nû yên dijmina xafil nebûne û ew tim wan dişopînin û herwiha îfade kir: Welatên dijmin li tengava Hurmizê ger serayî mafên navneteweyî emel bikin dê ji aliyê hêza deryayî ya sipahê ve werin şopandin û kontrolkirin.
Ev daxwiyaniya Muhemed Baqirî piştî wê yekê tê, ku duh Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo ragehandibû, ku Îran nikare Tengava Hurmizê bigre.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin