PeyamaKurd- Rêvebirê Giştî yê Kompaniya Neteweyî ya Gaza Sirûştî ya Îranê (NIGC) Mecîd Çegenî ragihand ku heger Îran gaza xwezayî bişîne Ewropayê, ew ê di ser Tirkiyeyê re bişîne.
Mecîd Çegenî, di derbarê mijarê de ji ji Ajansa Nûçeyan a Karkeran a Îranê (ÎLNA) re axivî û li ser nêzîkatiya paşerojê ya Îranê ya li ser hinartina gaza xwezayî de agahî dan.
Çegenî got, "Heger em gaza xwezayî hinardeyî Ewropayê bikin, ev yek dê bi rêya Tirkiyeyê be. Oman, Pakîstan û Efxanîstan gaza sirûştî dixwazin. Dan û stendin di rojevê de ne. Lê belê binesaziya pêwîst a ji bo destnîşankirina peymanan, bi hin ji van welatan re hîn ne amade ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin