Almanya dest bi testên xweragiriya li hemberî vîrusa corona dike

Almanya dest bi testên xweragiriya li hemberî vîrusa corona dike

PeyamaKurd – Zanyarên Almanyayê amadekariyê li ser dikin ku testan li ser welatiyan bikin daku bizanin bê hejmara kesên li ser vîrusa korona xweragirî bi dest xistine çend kes in.

Zanyarên Almanî dibêjin, piştî lêkolînên li ser testên tesbîtkirina xweragiriya bedena mirovan a li hemberî vîrusa koronayê, li gorî encaman wê jiyana rojane jî were asayîkirin.

Li gorî nûçeya Der Spiegel testên xweragiriyê meha Nîsanê dest pê dikin û bi taybet test li ser kesên bi Covid-19 ketine û piştre baş bûne tênekirin.

Hat ragihandin ku dê ji bo vê xebatê 100 hezar test bêne çêkirin û encamên destpêkê jî di dawiya meha Nîsanê werin bidestxistin.

Li Almanyayê heta niha hejmara tûşbûyên Covid-19 gihîştiye 42,288 kesan û 253 haletên mirinê hatine tomarkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin