Îran dest danî ser gemiya petrolê

Îran dest danî ser gemiya petrolê

PeyamaKurd- Li Kendava Basrayê artêşa Îranê dest danî ser keştiya ku petrola qaçax tê de bû. Nehat aşkerakirin bê keştî ya kîjan welatiye lê te de 1 mîlyon û 312 hezar lître petrola qaçax ketiye dest.

Artêşa Îranê 16 xebatkarên ku di keştiyê de dixebitîn, kirin bin çav. Alî Azemayî ku fermandarê herêma 5 emîn ya hêzên deryayiye, bo ajansa fermî ya Îranê IRNA yê weha ragihandiye:

“Nêzî Girava Ebû Mûsayê keştiya ku tê de 1 mîlyon û 312 hezar lître petrola qaçax hebû, dest danîne ser. Di keştiyê de 16 xebatkarên Malezyayî hebûn û hatine binçavkirin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin