PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Înê li ser koça dawî ya Şêx Osmanê Sîrê peyameke serxweşiyê belav kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de ji malbata Şêx Osmanê Sîrê yê niştîmanperwerê Kurd re sersaxî xwest.
Mesrûr Barzanî di peyama xwe de wiha got: “Cihê Daxê ye me nûçeya koça dawîya kesatîya nasyayî ya olî û civakî Şêx Ûsman Sîrê bihîst. Pirse û serxweşiyê pêşkêşîyê li malbata we yên birêz dikim û hêvîdarim Xwedayê mezin wî bi behştê şad bike û aramî û hedarîyê bi kasûkarên wî bide.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin