Çîn: “Di 10 rojan de wê halê Çînê normal bibe”

Çîn: “Di 10 rojan de wê halê Çînê normal bibe”

PeyamaKurd- Sefîrê Çînê yê payîtexta Kurdistanê Hewlêrê ragihand ku Çîn di mijara berlêgirtina vîrusa koronayê de pêşdeçûnan kiriye û wê di nav 10 rojan de halê Çînê normal bibe. Sefîrê Çînê Ni Ruchi bo tv. ya Rûdawê ragihandiye ku li dijî koronavîrusê gelek bilez encama berlêgirtinê bidest xistine û weha got:

“Di asta dinyayê de kesên ku nûh bi koronavîrusê ketine %25 ê wan ji Çînê ne. Hem welatê Çînê bi hawara wan dewletên ku bi vîrusê re têdikoşin de bazdide. Di 10 rojên pêşiya me de, wê halê Çînê normal bibe. Ew pêngavên ku me bo berlêgirtina koronavîrusê avêt, weka çawa herêma Kurdistanê di têkoşîna li dijî koronavîrusê biserket, em jî biserketin.”

Ni Ruchi got ku Çîn di seha aboriyê de jî karibû xwe biparêze û weha dewam kir:

“Aboriya Çînê li ser stûnên zexm hatiye avakirin û wê xurt bimîne. Di halê niha de %95 şîrketên mezin yên Çînê dest bi xebatên xwe kirine. Li Wûhanê ku vîrus ji wê derê destpêkiribû, ev du rojin tenê yek bûyerekî çêbûye. Bûyerên li dinyayê ji yên Çînê buhurîne û em li Wûhanê biserketin.”

Hukumeta Çînê li bajarê Wûhanê 42 hezar doktoran wezîfedar kiribû û bajêr xistibû bin karantînayê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin