Kûpaya Cîhanê - Brîtanyayê li hember Panamayê serkeft: 6-1

Kûpaya Cîhanê - Brîtanyayê li hember Panamayê serkeft: 6-1

PeyamaKurd - Di çarçoveya leyîzên Koma G ya Kûpaya Cîhanê ya Rûsya 2018ê de, Brîtanya li hember Panamayê bi 6-1 serkeft.

Herdu tîmên welatên Brîtanya û Panamayê li Yarîgeha Nizhny Novgorod hatine pêşberî hev.

Di xuleka 6 a yariyê de lîstikvanê brîtanî Stones bi serê xwe gok avête torê û encam bû 1-0. Di xuleka 22yê Harry Kane bi penaltiyê encam gihande 2-0.

Brîtanyayê di xuleka 36ê de ji lingê Lingaard golek din jî tomar kir û encam gihişte 3-0ê. Di xuleka 40î de Stones û di xuleka 45+1ê jî Kane du golên din tomar kirin û beşa yekemîn a yariyê bi 5-0 di berjewendiya Brîtanyayê de bidawî bû.

Di xuleka 62ê de stêrkê brîtanî Harry Kane hatrick kir û encam bû 6-0.

Di xuleka 78ê de vê carê bi navê Panamayê lîstikvan Baloy golek avêt û ev gol bû yekemîn gola Panamayê di Kûpaya Cîhanê de, yarî jî bi 6-1 bidawî bû.

Piştî van Encaman di Koma G de Brîtanya û Belçîkayê bi hev re qonaxa pêş misoger kirin. Tunis û Panama jî xatir ji kûpayê xwestin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin