PeyamaKurd - Ajansa nûçeyan a Koreyê Yonhapê encamên rapirsîna derbarê lezbûna înternetê de eşkere kir.
Li gor rapirsiyên dawî yên seranserê cîhanê derket holê ku înterneta herî bilez li Koreya Başûr tê bikarnînin.
Lêklolîn li bajarên Amerîka; New York, San Francisco, Los Angeles, Las Vegas, Kanada; Toronto; Japonya; Tokyo, Hong Kong, Brîtanya; London, Fransa; Parîs, Almanya; Frankfurt û li bajarên Koreya Başûr hatiye kirin.
Di encamê de derketiye holê ku li Koreya Başûr leza înternetê ya daxistin û barkirina dosyeyan ji hemû welat û bajarên din ên cîhanê zêdetir e.
Leza înternetê li Koreya Başûr, ji bo daxistin û barkirina dosyeyan bi Wi-Fiyê di navbera 286.73 mb û 296.86 mb de ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin