Rojhilat | Hêzên Îranê bêyî hebûna ti belgeyeke yasayî bi awayê kêfî 22 kes girtin

Rojhilat | Hêzên Îranê bêyî hebûna ti belgeyeke yasayî bi awayê kêfî 22 kes girtin

PeyamaKurd – Li gorî zanyariyên dawî li Rojhilatê Kurdistanê pêleke din binçavkirinên kêfî yên ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve dest pê kiriye û di nav çend rojên dawî de, 22 welatiyên kurd hatine binçavkirin.

Hat zanîn ku li bajarên Şino, Pîranşehr, Bane, Bokan, Seqiz, Sine, Merîwan û Ciwanro yên Rojhilatê Kurdistanê, bi giştî 2 kes heta 6 kes li pey hev ji aliyê hêzên ewlehîya rejîma Îranê ve hatine girtin.

Hat diyarkirin ku ew kes bêyî hebûna ti belgeyeke yasayî ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine girtin.

Li gorî amarên ajansa Kurdpayê berhev kirine nav û cihên kesên hatine binçavkirin wiha ne:

Şino: Di rojên 3 û 4ê Çileyê de 4 kes bi navên  “Siyamend Xwarezim, Yûsif Emînî, Murad Sa`î û Aso Şîxe” hatine girtin.

Bokan: 7ê Çileyê du kes bi navên “Husên Qureyşî û Hêmin Resûlzade” hatine biçavkirin.

Bane: 8ê Çileyê 2 bira yên bi navên “Dana û Zana Ehmedpûr” hatine girtin.

Pîranşehir: 9 û 11ê Çileyê 7 kes bi navên “Eyûb Hedîsî, Rehman Xidmetguzar, Elî Umerpûr, Feriyad Şîlan, Murad Mamereş û Yûsif Umerpûr” hatine girtin.

Seqiz: 9ê Çileyê “Zemane Zîwiye û Muqdad Husên Nijad” hatine girtin.

Sine: 9 û 11ê Çileyê 2 çalakvanên kedkarî yên bi navên “Xebat Şekîba û Rêbwar Ebdullahî” hatine girtin.

Merîwan: 10 û 11ê Çileyê 3 kes bi navên “Şe`iban Mihemedî û Cebar Dostî û Xebat Weysî” hatine girtin.

Ciwanro: 6ê Rêbendanê “Suheyb Yarehmedî” hate girtin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin