PeyamaKurd – Kompaniya Gulf Keystone Petroleum, li Herêma Kurdistanê heta dawiya salê berhemanîna petrolê bi qasî rojane 55 hezar bermîlan zêde dike.
Kompaniyê diyar kiriye ku li kelgeha SH-13 xebatên sondajê dest pê kirine û ew li bendê ne beriya dema diyarkirî werin temamkirin ku bi vî awayî berhemanîna wan petrolê heta dawiya salê tê zêdekirin.
Gulf Keystone Petroleumê eşkere kiriye ku ew hêvî dikin di çaryeka salê de berhemanîna petrolê rojane bigihe 55 hezar bermîlan.
Gulf Keystone Petroleum, daye zanîn ku wan sala 2021ê li Herêma Kurdistanê 100.8 milyon dolar dahata petrolê bi dest anîye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin