Aborînasê Amerîkî Ludema axifî

Aborînasê Amerîkî Ludema axifî

PeyamaKurd- Aborînasê berê yê ku di wezareta karên derve yê Amerîka de dixebitî Rodney Ludema, li ser mijara krîza navbera Tirkiye-Amerîka axifî. Ludema got ku krîza papaz Brunson bo hilbijartina meha 11an bo komariyên Amerîkayê weka diyariyekê ye.

Kareka dinê jî ya krîzê bo Amerîkayê heye. Ludema weha got: “Ev dijberiya aboriyê ya navbera Amerîka û Tirkiyê, di rojên pêş de bo muzakereyan dê bibe bingeheka gelek baş.”

Rodney D. Ludema, di dewra serokê Amerîkayê Obama de gelek wezîfeyên girîng daye ser milên xwe û profesorê aboriyê ye. Ew di fikrê de ye ku Trump maddeya ku di qanûna bazirganiyê ya Amerîka de, bi navê “ewlekariya netewî” heye, di rêya xerab de û keyfî bikartîne.

Ludema di wê fikrê de ye ku dijberiya aborî li Tirkiyê zêde bandora neyînî nake. Trump maddeya ku baca gumrikê pê zêde dike, ne rast bikartîne. Mînak vê maddeye bo papazekî rizgar bike bikartîne û ev ne raste. Mijara Brunson bi hesab wextê xwe, di wexteka nexweş de qewimî. Ev ji aliyê siyaseta Amerîka ya hundir de girîng e.

Di babeta IMF ê de Rodney Ludema got ku ew weka aborînasekî dibêje; Erdoğan û zavayê xwe, bawer kirine ku faîzan zêde bikin û lîrayê Tirkiyê xurt bikin, ne mumkune. Fikra wan û her pêşniyareka ku IMF li wan bike, li hev narênin. Erdoğan nafikire ku ji IMF ê pere bistîne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin