PeyamaKurd - Di raporteke malpera Şarq-ul Awsatê de hat ragihandin ku jina bi navê Zoobia Sahnaz ya li Amerîkayê hatibû desetserkirin, li xwe mikur hatiye ku wê bi pereyên dijîtal ên wekî Bitcoin alîkarî ji rêxistina terorîst DAIŞê re şandiye.
Jina 27 salî mikur hatiye ku wan bi rêyên deryasayî û xapandina bankeyan bi rêya kompaniyên sexte yên li Tirkiye, Çîn û Pakistanê tenê di sala 2017an zêdetirî 150 hezar dolaran ji DAIŞê re şandiye.
Şahnazê herwiha gotiye ku wê bi nirxa 63 hezar dolaran jî pereyê krîpto yên wekî Bitcoin ji rêxistinê re rê kiriye.
Zoobia Şahnaz Kanûna sala borî dema bi balafirekê ji Pakistanê bi ser Amerîkayê de diçû Tirkiyê, hatibû desteserkirin û dadgeha Amerîkî 20 sal cezayê girtîgehê jê re dixwaze.
Parêzerê Şahnaz red dike ku wê alîkarî daye DAIŞê û dibêje, wê tenê alîkariya penaberan kiriye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin