Analîz/Dolar dakete bin asta 2 mehên dawî!

Analîz/Dolar dakete bin asta 2 mehên dawî!

PeyamaKurd- Piştî biryara dadgeha Keşeyê Amerîkî Andrew Brunson, dolar û eure hêdî hêdî daketin. Dolar dakete asta herî jêr ya van her du mehên dawî.

Aboriya Tirkiyê ketiye rewşeke xirab de. Bihayê mêl her ku diçe zêde dibe û qedrê pereyên Tirkiyê (TL) her ku diçe li hember dolarî kêm dibe. Bi piranî piştî ku dadgehê, Keşeyê Amerîkî Andrew Brunson xiste hepsa malê de. Di wê demê de dolar firî û derkete asta heta 7.25an. Ji wê rojê ve TL. astengên mezin dikişîne.

Lê belê ji ber ku taliyê Keşeyê Amerîkî Andrew Brunson hate berdan hinekî dolar li hemberî TL.yên Tirkiyê daket. Hefteya bûrî dolar di asta 6.10an de mabû. Lê piştî ku hinek nûçeyan gotin ku Brunson wê were berdan, dolar dakete bin asta 6.00an. Berî biryara dadgehê, dolar ji 17ê Tebaxê ve daketa asta herî nimz (5.83). Dolar duh seet li nêzîkî 16:00an dakete asta 5.76an û Euro jî 6.70yan.

Çaryeka zêr (rib) bi 372 TL.yan û grama zêr jî bi 228 TL.yan hate frotin.

Borsaya Stenblê (BIST) jî ji %0.71 bihayê xwe zêde kir û bi 97,346 puanan (point) dest bi hefteyê kir.

Analîstên aboriyê dibêjin ku peyva Serokê Amerîkayê Donald Trump ya li ser biryara Brunson ya ku gotibû “Ji bo ku pêwendiyên me û Tirkiyê weke berê bibin, ev gaveke mezin e!” bandoreke erênî li ser bazarê kiriye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin