Li Diyarbekirê bi daxwaza fermîkirina Kurdî kampanyeya îmzeyan hat destpêkirin

Li Diyarbekirê bi daxwaza fermîkirina Kurdî kampanyeya îmzeyan hat destpêkirin

PeyamaKurd – Li bajarê Diyarbekir ê Bakurê Kurdistanê, îro 22yê Sibatê bi pêşengiya Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî û beşdariya nûnerên partiyên siyasî û sivîl ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerde pê bê kirin, kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin.

Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî li oteleke navçeya Sûrê ya Diyarbekirê, di çarçoveya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî de, ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê bi civîneke rojnamevanî kampanyaya îmzeyan dan destpêkirin.

Di civînê de Hevserokên giştî yên HDP û BDPê jî di nav de serokên giştî yên partiyên siyasî yên kurd, rêveberên Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Diyarbekirê, Baroya Diyarbekirê, Odeya Bijîjkên Diyarbekirê û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û zimanzan û rewşenbîrên kurd beşdarî kirin û piştgirî dan kampanyayê.

Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî di civînê de bal ser astengî û zextên ku li ser kurdî berdewam dikin û derbarê kampanyê de agahî dan.

Piştî Cizîrê serokên partiyên siyasî û nûnerên rêxistinên civakî derbarê daxwaza fermîkirina zimanê de kurdî li dam û dezgehên dewletê û sivîl û mafê perwerdehiya kurdî de daxwaziyên xwe anîn ziman.

Lînka kampanya îmzeyan

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin