Çîn li Kurdistanê bi projeyên 5 milyar dolaran 5 hezar kesan dike xwedî kar

Çîn li Kurdistanê bi projeyên 5 milyar dolaran 5 hezar kesan dike xwedî kar

PeyamaKurd -  Komara Gel a Çînê, di çend warên cuda û piralî de, bi nirxê 5 milyar dolaran hilberînê li Herêma Kurdistanê dike.

Serokê Liqa Hewlêrê ya Desteya Hilberînê Saman Ereb ragihandiye, "Ev proje bi nirxê 5 milyar dolaran in. Bi giştî dê kar li bajarê Hewlêrê pêk werin. Herî kêm 5 hezar kes dê wekî karmend tê de bixebitin."

Li gorî nûçeya K24ê Serokê Liqa Hewlêrê ya Desteya Hilberînê gotiye, "Çîn şarezahî û teknolojiya xwe tîne Herêma Kurdistanê. Piştî wergirtina teklîfan li gor yasaya veberhênan û hilberînê em ê pêşkêşî şaredariya Hewlêrê bikin. Şaredarî ji ji bo terxankirina zevî û erdan amade ye. Çîn dê bi xwe pareyên pêwîst bîne û ji bo destpêkirinê ji Herêma Kurdistanê pareyan wernagire."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin