5 welatên Ewropî ji ber santaja penaberan naxwazin Tirkiye bê cezakirin

5 welatên Ewropî ji ber santaja penaberan naxwazin Tirkiye bê cezakirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku 5 welatên ewropî beriya lutkeya welatên YEyê, bi sedema gefxwarina ser penaberan, cezakirina Tirkiyê ji ber aloziya li Rojhilatê Derya Spî red kirin.

Rojnameya ‘Greek City Times’ a Yûnanistanê ragihandiye ku Yekîtiya Ewropayê (YE) ji ber binpêkirinên li Rojhilatê Derya Spî û Qibrisê gotûbêj li ser cezakirina Tirkiyê bi qedexekirina firotina çekan kiriye, lê hê jî welatên endam negihîştine rêkeftinekê.

Serokwezîrê Yûnanistanê Kyriakos Mitsotakis hefteya borî pêşniyar di lûtkeya siyasî ya YEyê de kiribû û xwestibû Tirkiye ji ber kiryarên xwe were cezakirin.

Rojnameyê Yûnanî daye xuyakirin ku Îspanya, Îtalya, Macaristan, Malta û Almanyayê pêşniyara Yûnanistanê red kirine ku tirsa wan jî zextên Tirkiyê yên şandina penaberan bi ser welatên ewropî de ye.

Li aliyê din Wezîrê Derve yê Yûnanistanê Nikos Dendias, nameyek ji Endama Komîsyona Yekîtiya Ewropa ya Komisyona Berfirehbûnê û Pêwendiyên Cîrantiyê Oliver Varhelyi re şand û daxwaz kir, Peymana Tirkiyê ya Gumrikê bi YEyê were cemidandin û têkiliyên bazirganî rawestin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin