PeyamaKurd - Bilindbûna nirxê dolarê Amerîkî li hember lîreyê Tirkiyê berdewam e îro cara yekemîn derkete ser 7 lîreyan.
Di borsayê de îro danê êvarê nirxê her dolarekî gihişte 7.22 lîreyan û euro jî gihişte 8.22.
Piştî tengezariya di navbera Tirkiye û Amerîkayê de ya li ser mijara girtina Keşeyê Amerîkî, herwiha daxuyanî û biryarên tund ên Waşîngtonê yên li hember Enqerê, pereyê Tirkiyê nirxê xwe wenda kir.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ragihandibû, ku ev şereke aborî ye li dijî Tirkiyê û diyar kiribû: "Em ê teslîm nebin. Heger hûn bi dolarê va bi ser ma da werin, em ê jî ji xwe ra li rêyên din bigerin da ku karê xwe bimeşînin."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin