Dyson dev ji projeya bi 2.5 mîlyar Sterlînî berda

Dyson dev ji projeya bi 2.5 mîlyar Sterlînî berda

PeyamaKurd- Şîrketa teknolojiyê ya Brîtanî Dyson ragihand ku ew dev ji proje ya hilberîna erebeya bi elektrîk ya bi bihayê 2.5 mîlyar Sterlînî berdaye. Sedema vekişîna ji projeyê weha ragihandin: Endazyarên ku erebeyan çêdikin, di hilberînê de biserketine lê weka bazirganî nikarin kar cîbicîh bikin. Avakerê şîrketê  û hem serokê Dysonê James Dyson li ser mijarê weha got:

“Pisrgirêka di vê berhemê de ne têkçûna tîmên me ne. Bo wan gelek zahmete ku ve xeberê bibihîzin û hezim bikin. Bo pêşdebirina vê projeyê em gelek xebitîn. Weka bazirganî êdî em nikarin vê projeye cîbicîh bikin.”

Dyson hilberîna eşyayên biçûk yên malê, sivnika bi elekrtîkê, aleta paqijkirina hewayê û alavên bi elekltrîk çêdike û salek berê bi 500 xebatkarî li Sîngapûrê dest bi hilberîna ereba bi lektrîk kiribû. Eger dev ji projeyê berneda, difikirî ku di sala 2021an de dest bi hilberîna erebeya bi eşektrîkê ya lipeyhev bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin