Stêrkê futbolê Messi transferî tîma PSG ya Fransî bû

Stêrkê futbolê Messi transferî tîma PSG ya Fransî bû

PeyamaKurd - Stêrkê futbolê li cîhanê Lionel Messi ku demek berê cudabûna xwe ya ji tîma Barcelonayê ragihandibû, bi tîma Paris Saint Germain a Fransî re li hev kir.

Lionel Messi stêrkê Arjantînî û futbolîzê berê yê tîma Barcelona ya Spanî bi fermî transferî tîma Paris Saint-Germain (PSG) ya Fransî bû û Bein Sportê ragihandiye ku biryar e di çend demjimêrên de Messi bigihe Parîsê û piştî pişkinînên tenduristiyê wê bi fermî girêbestê îmze bike.

Medya Fransî jî bi awayekî berfireh nûçeya rêkeftina Lionel Messi û tîma Paris Saint-Germain belav kiriye û daye xuyakirin ku herdu alî gihîştine rêkeftina dawî û êdî ew stêrkê futbolê bûye lîstikvanê tîma Fransî.

Hat eşkerekirin ku girêbesta Messî ya ligel tîma Paris Saint-Germain bo 2 salan e û îhtimal heye ji bo sala sêyem jî girêbest were nûjenkirin.

Li gorî zanyariyan, mûçeya salane ya Lionel Messi di PSG de 35 milyon Euro ye û wê Messi formeyê jimara 18 yan jî 30 li xwe bike.

Hat ragihandin ku wê roja Çarşemê 11ê Tebaxê Messi bi civîneke rojnamevanî hûrgiliyên tevlîbûna xwe ya tîma PSGê eşkere bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin