Hewlêr | Lutkeya Bazirganî ya Kurdistan û Tirkiyê birêve diçe

Dîroka weşanê :
Hewlêr | Lutkeya Bazirganî ya Kurdistan û Tirkiyê birêve diçe

PeyamaKurd - Li Hewlêrê di bin çavdêriya Serokatiya Herêma Kurdistanê de, Lûtkeya Bazirganiya Herêma Kurdistanê û Tirkiyê ku ji aliyê Komeleya Karsaz û Pîşesazên Tirkiye – Iraqê ve hatiye organîzekirin birêve diçe.. 

Lûtkeya Bazirganiya Herêma Kurdistanê û Tirkiyê bi beşdariya Parêzgarê Hewlêrê, Konsulê Giştî yê Tirkiyê yê li Herêma Kurdistanê, Serokê Yekîtiya Hawirde û Hinardekarên Herêma Kurdistanê, Serokê Jûra Bazirganî ya Mêrsînê û çend berpirsên din birêve diçe. 

Lutkela Bazirganî îro yekşemê 30ê Hezîrana 2019an li Hewlêrê bi beşdariya 50 kompanî û nêzîkî 150 bazirgan, dest pê kir.

Hat zanîn ku piraniya bazirganan ji bajarên Bakurê Kurdistanê hatine û dixwazin li ser wê yekê biaxivin ku çawa dikarin li Başûrê Kurdistanê hevbeşiya bazirganiyê ji bo xwe peyda bikin. 

Serokê Hawirde û Hinardekarên Kurdistanê Geylan Hacî Seîd li ser sazkirina vê lûtkeyê ji Rûdawê re ragihandiye:

“Demeke dirêj e ku em bi sazkirina vê lûtkeyê ve mijûl in li gel Yekîtiya Karsazên Tirkiyê û Jûra Bazirganiyê ya Mêrsînê û jûrên bazirganî yên Qeyserî û Dîlokê, em hewl didin ew bazirgan û karsaz hatine vê derê li gel bazirgan û karsazên Kurdistanê hevdû nas bikin, kesên ku heta niha kelûpelên xwe hinardeyî Kurdistanê dikirin, êdî em hewl didin ku kargehên xwe bînin Kurdistanê û li vir berhemanîn bikin.” 

Serokê Jûra Bazirganiyê ya Mêrsînê Ayhan Kiziltan jî dibêje ku armanca serdana wan, bihêzkirina peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê ye û wiha beşdariya lutkeya bazirganî rave dike:

“Birastî xizimtiyeke bihêz û hezkirin û hogiriyeke dualî di navbera xelkê Tirkiye û Bakurê Iraqê de heye. Em hatine daku em van peywendiyan bihêztir bikin û piştevaniya zêdetir bikin. Dawiya dawî em xelkê Rojhilata Navîn in û divê em wisa bifikirin; eger em weke gelên vê derê dest bidin hev, em ê bikarin bi başî vê deverê birêve bibin.” 

Hêjayî gotinê ye niha xebata li Deriyê Sînorî yê Serzêr hatiye berfirehkirin û ji bo vekirina deriyê sînorî yê Zêt yê di navbera Başûr û Bakurê Kurdistanê de, amadekarî têne kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin