PeyamaKurd - Ji ber tundî û êrîşên bi navê xwepêşandanan têne kirin, deriyê sînorî yê Başmaxê ê ligel Îranê hat girtin.
Serokê odeya bazirganî û pîşesazîya Silêmaniyê, Sîrwan Mihemed ragihand ku ev du roj in ji ber alozî û xwepêşandanê deriyê sînorî yê Başmax hatiye girtin û ti çalakiyeke bazirganî tê de nayê kirin.
Sîrwan Mihemed got ku ew li bendê rne ewş hinekî baş û aram bibe paşê sînor were vekirin.
Serokê odeya bazirganî û pîşesaziya Silêmaniyê herwiha da xuyakirin, ew alozî û xwepêşandanên ku li devera Silêmaniyê têne kirin, bandoreke xirab li ser rewşa jiyana xelkê û bazirganiyê kiriye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin