PeyamaKurd - Wezareta Elektrîkê ya Herêma Kurdistanê eşkere kir, ji bo dabînkirina gazê ji santralên elektirîkê re, boriya gazê ji Hewlêrê bo Duhokê tê kişandin.
Berdevkê wezareta elektrîka Kurdistanê Umêd Ehmed ji malpera fermî ya PDKê re ragihandiye ku li Duhokê çend santralên elektrîkê hene ku ji ber nebûna gazê kar nakin û ji bo wê biryar hatiye dayîn gazê ji bo wan stralan dabîn bikin.
Umêd Ehmed gotiye, ji bo wê jî wan dest bi kişandina boriya gazê ji Hewlêrê ber bi Duhokê ve kiriye û dema ew santral aktîf bibin wê 1000 mw elektrîka Kurdistanê zêde bibe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin