IBM 10 hezar karekerên xwe ji kar derdixe

IBM 10 hezar karekerên xwe ji kar derdixe

PeyamaKurd – Şîrketa Amerîkayî ya bi navê IBM bo maliyeta şîrketa xwe kêm bike plan dike ku li herêma Awrûpayê 10 hezar karkerên xwe ji kar derbixe. Eger şîrket 10 hezar karkerên xwe ji kar derbixe, ev tê vateya ku 1/5 karkerên xwe ji kar derdixe.

Ji derxistina deh hezar karkeran herî kêm wê Brîtanya û Almanya zerarê bibîne lê wê Polonya, Slovakya, Îtalya û Belçîka zêdetir zerarê bibînin.

IBM biryara xwe di civîna bi nûnerên karkeran re ku di serê vê mehê de kiribû ragihand.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin