Îran: Iraqê, deynê xwe bi temamî da

Îran: Iraqê, deynê xwe bi temamî da

PeyamaKurd- Alîkarê Wezîrê Petrolê yê Îranê Mecîd Çegenî ragihand ku Iraqê deynê xwe yê gaza xwezayî bi temamî daye.

Li ser mijarê, ajansa fermî ya Îranê IRNAyê ragihand ku Alîkarê Wezîr û Rêveberê Giştî yê Kompaniya Neteweyî ya Gazê Çegenî got ku “Wezareta Elektrîkê ya Iraqê, ji ber hawirde gaza xwezayî hemû deynên xwe yên li ser Îranê da.

Çegenî da zanîn ku deynê Iraqê hatiye bi temamî hat jêbirin û got ku tevî vê yekê jî car caran di şandina pereyan a ji bo Îranê ya bi rêya bankayê de pirsgirêk derketine.

Iraqê ragihandibû ku ew nikarin 2,6 milyar dolar deynê gaza xwezayî ya ku ji Îranê dihat hinartin bidin lewra Amerîkayê sizayên yekalî yên bankevaniyê li dijî Tehranê bi rê ve dibir.

Digel ku di navbera Îran û Amerîkayê de dan û stendinên nerasterast berdewam dikirin de hatibû gotin ku di 10ê Hezîranê de hebûnên Îranê yên ku li Iraqê ji ber sepana Amerîkayê hatibûn cemidandin ku qala 2 milyar û 700 milyon dolaran hatibû kirin, serbest hatiye berdan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin