PeyamaKurd - Hikûmeta Iraqê eşkere kir ku di meha Kanûna sala 2021ê de zêdetirî 101 milyon bermîl neft hatiye firotin.
Kompaniya firotina nefta Iraqê SOMO ya girêdayî Wezareta Neftê ya Iraqê ragihand, di meha Kanûna sala borî de, 101 milyon û 579 hezar û 927 bermîl neft hatiye firotin.
SOMO herwiha daye xuyakirin ku ji firotina wê neftê 7 milyar û 37 milyon dolar hatiye bidestxistin.
SOMOyê diyar kiriye, ji wê nefta ku hatiye hinartin, zêdetirî 98 milyon ji Besrayê û nêzîkî 3 milyon bermîl jî ji Kerkûkê hatiye hinartin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin