PeyamaKurd – Welatê Kamboçyayê di 5 mehên ewilî yên sala 2023an de 118 hezar ton birince hêrayî şand Çînê û 77,4 milyon dolar pere qezenc kir. Federasyona Birinc ya Kamboçyayê (CRF) roja pêncşemê di civîna çapemeniyê de got:
“Welatê Çînê ji bo îxracata birincê hêrayî bazara esasiye. Di 5 mehên ewilî yên sala 2023an de %43,43 îxracata welat ji bo Çînê hat kirin.”
Welatê Çînê û der û dora wê bi çandiniya birincê tên naskirin û hem xwarina birinc jî li wan welatan zêdeye. Serokê CRF ê Chan Sokheang, weha dewam kir:
“Federasyona CRF ê ji bo her sal ji 400.000 tonan zêdetir birinc bifroşe Çînê, wê bi wezareta bazirganî re hevkariya xwe dewam bike.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin