PeyamaKurd – Rêvebirê Mala Çavdêriyê yê Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) Ramî Abdurrahman ragihand ku ber destê êvarê li ser sînorê Sûriyê hinek baregehên mîlîsên Iraqê hatine bombebarankirin.
Abdurrahman di ragihandina xwe de gotiye ku bi alavên hewayî yên nasnameya wan nediyar li ser sînorê Sûriyê-Iraqê nêzî Ebû Kemalê bombebaran çêbûye.
Li ser bûyerê heya niha ti terefekî agahiyê nedaye û di mijara zeraran de kes encamê nizane.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin