PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov da xuyakirin, cîhadîstên ku pêgehên xwe li Idlibê ji dest didin, diçin Lîbyayê û got, heger senaryoya Sûriyê li wir dubare bibe dê Libya gelek zirarê bibîne.
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di civîna rojnamevanî de ragihand ku danûstandinên Lîbyayê yên di navbera nûnerên Hikûmeta Wîfaq û Xelîfe Hefter de bêyî ku bigihin rêkeftina dawî ya bo agirbestê bê encam bidawî bûne.
Lavrov got ku li Lîbyayê dewlet nîn e û gelê Lîbî dê gelek ziyan bibîne, heger senaryoya Sûriyê lê dubare bibe û da zanîn, cîhadîstên pêgehên xwe li Idlibê ji dest didin, lê mixabin diçin Lîbyayê, ji bo karên xwe yên terorîstî li wî welatî berdewam bikin.
Hêjayî gotinê ye, beşek ji çekdarên girêdayî Tirkiyê yên li Idlibê bi rêya Tirkiyê derbasî Libyayê bûbûn ku ji bo li ser navê Tirkiyê şerê wekalet bi hêzên Hafter re bikin.
Herwiha Hefter jî li Moskowê wekî sedema vekişîna ji ser maseya agirbestê, derxistina wan çekdarên Sûriyê ji Libyayê û leşkerên tirk şert danî ku bêyî lihevkirinekê ji Moskowê çû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin