Wezîrê Avedankirina Kurdistanê: Emê çend tunêlên din çêbikin

Wezîrê Avedankirina Kurdistanê: Emê çend tunêlên din çêbikin

PeyamaKurd - Wezîrê Avedankirin û Niştecîbûnê yê Herêma Kurdistanê ragihand, di pilana wan de heye çend tunêlên din çêbikin.

Wezîrê Avedankirin û Niştecîbûnê, Dana Ebdulkerîm ji fermangeha medya û zanîyarî ya hikûmeta Kurdistanê re ragihand, di pilana me de heye em çend tunêlên din çêbikin.

Niha li Derbendîxan tunêlek û li Pêncwên jî tunêlek li ber dest e û tên çêkirin. Li çiyayê Metîn jî tunêlek dê were çêkirin.

Wezîrê Avedankirin û Niştecîbûnê her wiha da zanîn, ji xwe tunêla Pîrmam îsal xilas bû û hat vekirin. Tunêla navbera Şeqlawe û Herîr jî tê çêkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin