PeyamaKurd- Konseya ewlekariyê ya Neteweyên Hevgirtî êrîşên terorî yên li payîtexta Somaliyê yên li Mogadîşoyê şermezar kir.
Li gor ragihandina berdevkiya sekreteriya giştî ya Neteweyên Hevgirtî peyama şermezarkirinê weha ye:
“Endamên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Hevgirtî, bûyerên ku di 9 ê meha 11an ya sala 2018an de çêbûn ku bûn sedemê kuştin û birîndariya kesên bê guneh, bi tundî şermezar dike. Hem endamên me bo malbatên gorîvanan û hukumeta Somaliyê sersaxiyê dixwaze û bo birîndaran şîfa dixwaze. Sedem her çi dibe bila bibe, cîh, wext û her kî kiribe bila kiribe, tevgerên terorî daîma sûcin û nabe ku bibin sedemên kuştina mirovan.”
Bûyera navborî ew bûyere ku li ber otêleka ku endamên hukumetê jî diçûnê bi bombeyan êrîş hatibûn kirin û di encamê de 53 kes hatibûn kuştin û di ser 100 î de kes birîndar bûbûn. Rêxistina Eş-Şebabê di malpera xwe de bûyerê girtibû ser xwe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin