PeyamaKurd- Komîsyona Yekîtiya Awrûpayê bo têkoşîna bi encamên Kovid-19 ê re, teklîfa bi miqdarê 750 mîlyar Euro kir. Seroka komîsyonê Ursula von der Leyen di civîna normal ya Parlementoya Awrûpa de axifî û teklîfa xwe aşkera kir. Leyen weha got:
“Bo dahatûyeka bi ewle, divê em gavên wêrek bavêjin. Komîsyon budçe ya bo wextê dirêj 1.1 trîlyon Ewro û bo rizgarkirina encama Kovid-19 ê 750 mîlyar Euro teklîf dike da bo wê fonekî deynin.”
Berê jî bo tedbîrên kovid-19 ê bi 3 bernameyan bi miqdarê 450 mîlyar Euroyî tesdîq kiribûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin