Rêveberiya Çandiniya Duhokê, çandina birinc qedexe kir

Rêveberiya Çandiniya Duhokê, çandina birinc qedexe kir

PeyamaKurd-Rêveberiya Çandiniya Duhokê ragihand ku çandina birincî ya li parêzgeha Duhokê hatiye qedexekirin. Sedem jî wisa hat nîşandan ku ji ber kêmbarîna baranê, ava bîran tê xerckirin.

Ji ber ku 3 salên dawîn li Herêma Kurdistanê baran kêm dibare, li Duhokê ji ber kêmbûna avê çandina birinc hat qedexekirin. Rêveberiya Çandiniya Duhokê daxuyaniyek belav kir û da zanîn ku ji ber kêmbarîna baranê, ava bin erdê gelek kêm bûye ji ber vê jî cotkarên ku birincî diçînin, bi ava bîran birincê xwe av didin. Hat zanîn ku ji bo çandini birincî, aveke zêde pêwîst e û di van şert û mercên hişkesaliyê de ev yek dê kêmasiyê di ava bîran de çêbike.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin