Soylu: “Em teqîna Efrînê ji PKK ê re nahêlin”

Soylu: “Em teqîna Efrînê ji PKK ê re nahêlin”

PeyamaKurd- Îro piştî nîvro li Efrînê li ser rêya Raco yê erebeyekî hatibû teqandin û encama wê gelek mezin bû. Wezîrê karên hundir yê Tirkiyê Suleyman Soylu dibêje ku teqînê PKK ê kiriye û wê heyfa wê teqînê ji PKK ê re henêlin. Li gor ragihandina Soylu; li Efrînê di teqînê de 42 kes mirine û 47 kes jî birîndar bûne.

Di encama teqînê de agir bi der û dorê ketibû û erebeyên der û dorê bi temamî şewitî bûn. Kesên ku di erebeyan de mabûn û nikaribûn ji erebeyan derên derve bi temamî şewitîbûn. Avahiyên der û dor xesareka mezin dîbûn.

Ji aliyê PKK ê an grûbeka wan de heya niha ti agahî nehat dayîn bê bûyer ji aliyê wan de hatiye kirin an na.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin