PeyamaKurd - Cîgirê Serokwezîrê Iraqê bo karûbarên aborî û darayî û Wezîrê Darayî yê Iraqê, Dr. Fuad Husên ji re ragihand, şandina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve berdewam e û dê berdewam be jî.
Çend roj berê, çend parlamenter û kadroyên Yekîtiya Niştimaniîya Kurdistanê (YNK), li ser hesabên xwe yên medya civakî hin zanyarî belav kiribûn ku qaşo bi sedema ku Herêma Kurdistanê 250 hezar bermîlên petrolê nedaye kompanîya firotina petola Iraqê SOMOyê, Bexda dê mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê qut bike û dê dîsan sîstema paşekewta mûçeyan vegere Herêma Kurdistanê.
Fuad Husên li ser vê mijarê daxuyanîyek da çapemenîyê got: “Şandina mûçeyên fermanberan di stuyê min de ye û çawan berpirsim ji dayîna mûçeyên fermanberên her bajarekî Iraqê, bi heman awayî berpirs im li hember şandina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê û prose jî dê berdewam be.”
Li gor yasaya bûdceya Iraqê, eger Herêma Kurdistanê mehane 250 hezar bermîlên petrola xwe radestî SOMOyê bike, dê bûdceya Herêma Kurdistanê 10 trîliyon û 844 milyar dînar be, lê belê eger Hewlêr 250 hezar bermîlên petrola xwe radestî SOMOyê neke, wê demê Bexda dê mehane 454 milyar dînar ji bo mûçeyên fermanberên Kurdistanê û 60 milyar dînar jî ji bo Hêzên Pêşmerge bişîne.
Fuad Husên tekez jî kir ku tu metirsîyek li ser mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê tune ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin