YE, dê li ser elmasên Rusyayê dorpêçê bisepîne

YE, dê li ser elmasên Rusyayê dorpêçê bisepîne

PeyamaKurd- Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê (YE) Charles Michel ragihand ku ew ê valahiyên qanûnî yên li ser toleyan bigirin û bazirganiya elmasê ya bi Rusyayê re sînordar bikin.

Michel, beriya Civîna Serokên G7ê ya li Hîroşîmaya Japonyayê ji çapemeniyê re axivî û got,

“Ez bi xurtî piştgiriya Ukraynayê dikim û di warê leşkerî, siyasî, mirovahî û aboriyê de em ê piştgiriya xwe bidomînin. Welatên endam jî di warê alîkariyê de heta niha zêdetirî 70 milyar euro alîkarî dane Ukraynayê.”

Michel bal kişand ser YEyê ji bo pêşîgirtina li Rusyayê bi pakêtên dorpêçan gavên berfireh havêtine û got,

“Em niha li ser girtina valahiyên qanûnî yên di dorpêçan de ne. Em rêgirtina li ber gihandina madeyên krîtîk ên Rusyayê didomînin û em ê tedbîrên nû bigirin.

Em ê bazirganiya elmasên Rusyayê sînordar bikin. Di civîna G7ê de dê eşkere bikin bê ka çima dorpêçên li ser Rusyayê hewce ne û rewa ne.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin