TR KU SO
FB X
Aborî

Amerîka qedexê danî ser 2 sîrketên Çînê

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 23 mijdar 2019 04:37

PeyamaKurd- Komîsyona Federal Ya Telekomunîkasyona Amerîkayê bi sedema “tehdîda ewlekariyê” fînanmana dewletî ya bo kirîna alavan ji 2 şîrketên Çînê, birî. Komîsyon di nav xwe de dengdayînê kir û di encamê de ew kirîna ku bi desteka dewletê ji şîrketên Huawei û ZTE yê dihatin kirîn, hat qedexekirin.

Ew alavên ku heya niha şîrketên Amerîkayê ji wan her dû şîrketên Çînê kirine, wê ji destê xwe derxin an na, niha nayê zanîn lê ger bên qedexekirin wê şîrketên biçûk ji biryarê zerarê bibînin.

Heya niha ZTE dengê xwe dernexistiye lê rêvebirên Huawei biryarê rewa nabînin û dibêjin biryar li dijî qanûn e.

Parve bike: