TR KU SO
FB X
Aborî

Dolar li hember TL rekoreke nû sikand: 33,06

Mustafa Turan
Nivîskar
📅 12 tîrmeh 2024 19:12

PeyamaKurd - Nirxê Lîreyê Tirk (TL) her ku diçe li hemberî pareyên din kêm dibe. Dolar li hember TL rekoreke din şikand û ji 33 TLyan derbaz bû.

Bihabûna TL li hember dolar îsal ji sedî 11 kêmtir bû.

Rêjeya Euro/TL jî gelekî nêzîkî 36 TLyî bû. Bihayê Sternlînê Îngilîz jî li hember TL derket 42,69an.

Stratejîstên banka Brîtanî HSBC di meha Adarê de pêşbîniya xwe ya Dolar û TL ber bi jor ve nû kirinbûn; Texmîna xwe ya Dolar/TL ya 2024an di navbera 33 û 36 TL destnîşan kiribûn.

Di texlîlên HSBCyê de hat diyarkirin ku windabûna nirxê TL ji nirxê ku dihat hêvîkirin zûtir bû.

HSBC pêşbîniya xwe ya nû li ser bendewariya nirxbûna rastîn a Banka Navendî ya li ser Lîreya Tirk bingeh digire.

Li gorî stratejîstên HSBC, di çarçoveya hedefkirina enflasyonê ya CBRT de bihabûna Lîreyê Tirk bûye hedefek navîn.

Parve bike: