Dolar û euro lûtkeya xwe ya dîrokî nû kirin!
PeyamaKurd – Dolar/TL îro derket asta 21,67an û rekora xwe ya dîrokî nû kir. Li aliyê din Euro/TL bi lez û bez derket asta 23,71an û cara ewil sînorê 23 TL derbas kir.
Ji ber ku kêmbûna bihayê Lîreyê Tirk ku di salên dawî de hema bêje heliyaye, nikare were sekinandin, zêdebûna bihayê diravî ya ku rêveberiya aboriyê bi ti polîtîkayan nekariye rê li ber bigire, her ku diçe zêde dibe.
Piştî hilbijartinên 14 û 28ê Gulanê li piyaseyan leza bilindbûnê zêde bû, piştî daneyên enflasyonê yên 5ê Hezîranê roja Duşemê di saet 10.00an da hatin eşkerekirin, di dolar û ewroyê de rekorên li pey hev zêde bûn.
REKODA NÛ JI DOLAR
Dolar/TL ku vê hefteyê di dîroka xwe da cara ewil sînorê 21 TLyî derbas kir, roja Sêşemê bi 21,6744an va rekor şikand.
EWRO CARA EWIL 23 TL DERBAS KIR
Ewroya ku ev demeke di ser 22 TLyan re tê firotin îro jî lûtkeya xwe ya dîrokî dît. Euro/TL cara ewil bendava 23 TL derbas kir û derket asta 23,7115an.