Aborî
FED biryara nisbeta faîza xwe ragihand
PeyamaKurd – Banka Navendê ya Amerîkayê (FED) biryara nisbeta faîzê piştî civîna bi 2 rojan (FOMC) ji bo raya giştî ragihand. FED ê faîza xwe 75 baz zêde kir û derxist navbera 3,75 û 4 an. Ev cara 4a ye ku banka faîza xwe 75 baz zêde dike.
Piştî civîna FOMC ê, bi awayekî nivîskî hat ragihandin ku bê ev zêdekirina faîzan ya bilez wê kengê bandorê li ser aboriyê bike de got:
“Komîte, ji bo di zêdekirinên faîzên di dahatûyê de, tundkirina pera ya kumulatîf, lihevkirina siyaseta pera ji bo aktîvîta aboriyê û bandora wê ya dereng li ser enflasyonê û wê pêşdeçûnên li ser aboriyê û fînansê, dê hesab bike. Wê faîza fon a federal, di nac wextê de enflasyonê daxe %2 an û wê têra xwe sînordar be.”