Aborî
Hilberîna gaza sirustî ya Kurdistanê ji sedî 8 zêde bû
PeyamaKurd – Kompaniya Dana Gas a Îmaratên Erebî ku li Herêma Kurdistanê, xebatên derxistina gazê dimeşîne, rapora xwe ya 2023yan a 9 mehan belav kir.
Dana Gasê di rapora 9 mehên 2023yan de ragihand ku hilberîna gaza siruştî ya Kurdistanê ya rojane ji sedî 8 zêde bûye û 127 milyon dolar jî dahata wê çêbûye.
Dana Gasê daye zanîn ku qezenca wan a bi giştî li herêmê li gorî sala borî 35 milyon dolar kêm bûye, lê wan 127 milyon dolar ji Herêma Kurdistanê ji dahata petrolê wergirtiye.