TR KU SO
FB X
Aborî

Iraqê hêk û mirîskên Îranê vegerandin

Hevi Turan
Nivîskar
📅 08 hezîran 2022 20:39

PeyamaKurd - Saziya Gumrika Iraq ragihand ku wan berhemên xurekê yên wekî “hêk, mirîşk û rişte” yên ji aliyê Îranê ve bo Iraqê hatibûn şandin, ji ber ber ku derveyî rêkaran bûne vegerandin.

Di daxuyaniya Saziya Gumrika Iraqê de hatiye gotin ku wan doh 7ê Hezîranê piştî pişkinînên tenduristiyê tespît kirine ku kalîteya wan xurekan xirab bûye yan jî demborî ne û bi berçavnegirtina yasa û rêkaran ji aliyê gumrika Menzeriye ve, ew TIRên xurekan bo Îranê hatine vegerandin.

Serokê Gumrika Îranê Elîriza Muqedes, demek berê gotibû, Iraq bi hawirdekirina 8 milyar û 900 milyon Dolar, yekem cihê hinardekirina kelûpelên Îranê bo welatê cîran e di 9 mehên dawiya sala 2021an û sê mehên yekem yên sala 2022an de.

Endamê Lîjneya Birêveberiya Odeya Bazirganiya Hevbeş a Îran û Iraqê Herwisa Seîd Husên Ehmedî jî gotibû, ku piştî şerê Ukrayna, hawirdekirina Iraqê kêm bibe û Îran dikare cihê Ukrayna di bazarên Iraqê de tije bike.

Beriya niha Iraqê ji bo sala 2022yan destûra hawirdekirina 12 cure xurekên wekî “hêk, mirîşk û rişte” ji Îranê pejirandibû.

Parve bike: