Aborî
Keça Qazî Mihemed koça dawî kir
PeyamaKurd – Suheyla Qazî Mihemed keça mezin a Pêşewa Qazî Mihemed avakerê Komara Kurdistanê koça dawî kir.
Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin Suheyla Qazî Mihemed a 81 salî şeva borî li Almanyayê jiyana xwe ji dest da.
Elî Qazî kurê Qazî Mihemed ê 89 salî di 10ê Tîrmeha 2022an de li Almanyayê ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da û li Kurdistanê hat definkirin.
Serokê Komara Kurdistanê Qazî Mihemed ku di sala 1946an de li bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê hatibû ragihandin, piştî salekê wek serokê Komara Kurdistanê hat îdamkirin.