TR KU SO
FB X
Aborî

Li Îranê, gaza 5 bajaran hat qutkirin

Ruken güler
Nivîskar
📅 16 rêbendan 2023 02:00

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku hatin ragihandin, li parêzgeha Rezewî Xorasana Îranê, ji ber kêmbûna fişara toran a ji ber qutbûna hinardekirina gaza xwezayî ya Tirkmenistanê, gaza xwezayî ji bo 5 bajarên parêzgeha Xorasana Rezewî ya Îranê nayê dabînkirin.

Li ser mijarê, Gerînendehê Giştî yê Kompaniya Gaza Xwezayî ya Xorasana Rezewî Hasan Iftixarî, ji televîzyona dewletê ya Îranê re axivî.

Iftixarî got, "Ji aliyê bakur û bakur rojhilatê welêt ve di derketina gaza xwezayî de pirsgirêk derket. Ji ber kêmbûna zexta şebekeyê; gaza li Keşmîr, Nîşapûr, Sebzîvar, Berdesken û Turbet Camê hat qutkirin.”

Iftixarî daxwaz kir ku heta pêwîst nebe, bila xelk neçe Meşhedê û bajarekî din ku kêmbûna gaza xwezayî lê heye.

Her wiha Parêzgariya Meşhedê jî ragihand ku ji ber pirsgirêkên gaza xwezayî, li dibistanên seretayî û navîn û zanîngehên bajêr, perwerde heta dawiya hefteyê hatiye rawestandin.

Gaza xwezayî ya ku ji Turkmenistanê ji bo Îranê dihat şandin, di 12ê Çileyê de hatibû qutkirin.

Parve bike: